Zêdebûna lêçûnên jiyanê Australîyan ber bi bêmalbûnê ve dibe
Sonya Tufnell, Senior Fundraising Manager at Orange Sky Credit: Supplied
Her sal, Hefteya Bêwariyê bi mebesta ku balê bikişîne ser dijwariyên ku zêdetirî 122,000 Australî di her şevekê de bêwar dibin tê lidarxistin. Australîyên ku dibe ku xeyal nedikirin ku ew ê di tengasiyên aborî re rû bi rû bimînin, serî li karûbarên piştgiriyê didin ji bo alîkariyê ji ber ku zêdebûna lêçûna jiyanê ya welêt berdewam dike ku tengasiya aborî li hemwelatiyên dibe. Di nîqaşa li ser Hefteya Bêwariyê - Homelessness Week Sonya Tufnell, Rêvebira Bilind ya berhevkirina alîkariyê li Orange Sky beşdarî bernameyê dibe ku li ser zêdebûna mesrefê jiyana rojane diaxafe ku bandorê li gelek malbatên Australî dike.
Share